Li Mûşê bi ser avahiya HDP'ê de girtin 2019-08-09 10:56:33   MÛŞ - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Mûşê de girt. Polîsan bi ser mala hevserokên bajêr de jî girt û ew binçav kirin.    Polîsan li Mûşê serê sibê bi ser malan de girtin. Polîsan avêt ser mala Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Mûşê Ferhat Çaki û Muhlîsê Karaguzel û ew  binçav kirin. Kutbettîn Çelîk jî hat binçavkirin. Polîsan piştî binçavkirinê bi ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Mûşê de jî girt û li vir lêgerîn pêk anîn. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mûşê.