Li Heskîfê polîs êrîş kir: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin
- 17:12 30 Tîrmeh 2019
- Rojane
ÊLIH - Polîsan û leşkeran mudaxileyî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên xwestin li Heskîfê çalakiyê li dar bixin kirin û 10 kes bi lêdanê binçav kirin.
Bi piştevaniya Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê û Koordînasyona Heskîfê ya Amedê ku Meclisa Ciwanan a HDP'ê jî piştgiriya wê kir seyrana cihên dîrokî ji bo Heskîfê hat organîzekirin . Palamentera DHP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û yên pê re ku derketin herêmên dîrokî, polîs û leşkeran derdora wan girtin.
Koma ku ji herêma dîrokî hat navenda navçeyê, dirûşmeya “Heskîf dîroke xwedî li dîroka xwe derkeve” berz kirin. Leşker û polîsan li ser vê yekê gotin berzkirina dirûşmeyan qedexeye û êrîşî komê kirin. Polîsan herî kêm 10 kes bi lêdanê binçavkirin.