Li Heskîfê polîs êrîş kir: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin 2019-07-30 17:12:23   ÊLIH - Polîsan û leşkeran mudaxileyî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên xwestin li Heskîfê çalakiyê li dar bixin kirin û 10 kes bi lêdanê binçav kirin.   Bi piştevaniya Koordînasyona Heskîfê ya Êlihê û Koordînasyona Heskîfê ya Amedê ku Meclisa Ciwanan a HDP'ê jî  piştgiriya wê kir seyrana cihên dîrokî ji bo Heskîfê hat organîzekirin . Palamentera DHP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û yên pê re ku derketin herêmên dîrokî, polîs û leşkeran derdora wan girtin.     Koma ku ji herêma dîrokî hat navenda navçeyê, dirûşmeya “Heskîf dîroke xwedî li dîroka xwe derkeve” berz kirin. Leşker û  polîsan li ser vê yekê gotin berzkirina dirûşmeyan qedexeye û êrîşî komê kirin. Polîsan herî kêm 10 kes bi lêdanê binçavkirin.