ESP çû serdana Leyla Guven
- 14:31 23 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Leya Guven a ku li KCD'ê dest bi xebatên xwe kir ji aliyê hevserokê ESP'ê û rêveberên bajêr ve hat ziyaretkirin.
Serdanên piştevaniya ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku piştî 200 rojî di çalakiya greva birçîbûnê de ma û li ser Peyama Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir berdewam dikin. Leyla ya ku li KCD'ê dest bi xebatên xwe kir ji aliyê Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu û rêveberên ESP'ê ve hat ziyaretkirin.