ESP çû serdana Leyla Guven 2019-07-23 14:31:08   AMED - Leya Guven a ku li KCD'ê dest bi xebatên xwe kir ji aliyê hevserokê ESP'ê û rêveberên bajêr ve hat ziyaretkirin.    Serdanên piştevaniya ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku piştî 200 rojî di çalakiya greva birçîbûnê de ma û li ser Peyama Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan çalakiya xwe bi dawî kir berdewam dikin.  Leyla ya ku li KCD'ê dest bi xebatên xwe kir ji aliyê Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu û rêveberên ESP'ê ve hat ziyaretkirin.