Li Licê kesên hatin binçavkirin piştre hatin girtin
- 14:18 23 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Li Lîcê di serdegirtina malan de 2 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û dûre hatin girtin.
Leşkeran li navçeya Lîcê ya Amedê, bi ser malekê de girtin, welatiyên bi navê C.T. û F.A. binçav kirin. Leşkeran her du kes birin Qereqola Cendirmeyan a Lîcê û piştî îfadeyên wan girtin sewqî edliyê kirin.
2 kesên îfade dan dozger sewkî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê.