Li Licê kesên hatin binçavkirin piştre hatin girtin 2019-07-23 14:18:16   AMED - Li Lîcê di serdegirtina malan de 2 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin û dûre hatin girtin.    Leşkeran li navçeya Lîcê ya  Amedê, bi ser malekê de girtin, welatiyên bi navê C.T. û F.A. binçav kirin. Leşkeran her  du kes birin Qereqola Cendirmeyan a Lîcê û piştî îfadeyên wan girtin sewqî edliyê kirin.    2 kesên îfade dan dozger sewkî dadgehê hatin kirin û dadgehê bi îdîaya “Endamtiya  rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê.