Weqfa Jina Azad û Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya tendrustiyê kirin

  • 15:52 20 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya tendrustiyê kirin û îro yekemîn semîner ji bo jinan dan. 
 
Bi armanca hişyarkirin û zanekirina jinan a ji aliyê tendrustiyê de, Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya tendrustiyê li herêma Cizîrê kirin. Îro yekemîn semîner li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê dan. Bi tevlîbûna bi dehan jinên bajarê Qamişloyê û Endamên sazî û dezgehên jinê semîner hat lidarxistin.
 
Di hundirê semînerê de li ser bandora zayîna xwezayî û giştî nexweşiyê jinê ji aliyê Dr. Mesûd Ferhan ve hat şîrovekirin û nîqaşkirin.
 
Tê payîn dê hemle heta 9'ê tebaxê bidome.