Weqfa Jina Azad û Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya tendrustiyê kirin 2019-07-20 15:52:54   QAMIŞLO -  Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya tendrustiyê kirin û îro yekemîn semîner ji bo jinan dan.    Bi armanca hişyarkirin û zanekirina jinan a ji aliyê tendrustiyê de, Weqfa Jina Azad a Rojava û Heyva Sor a Kurd dest bi hemleya tendrustiyê li herêma Cizîrê kirin. Îro yekemîn semîner li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê dan. Bi tevlîbûna bi dehan jinên bajarê Qamişloyê û Endamên sazî û dezgehên jinê semîner hat lidarxistin.   Di hundirê semînerê de li ser bandora zayîna xwezayî û giştî nexweşiyê jinê ji aliyê Dr. Mesûd Ferhan ve hat şîrovekirin û nîqaşkirin.   Tê payîn dê hemle heta 9'ê tebaxê bidome.