Hevseroka Şaredariya Sûrê bi jinên kedkar re hat gel hevdu
- 10:43 19 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, bi jinên ku li Baxçeyên Hevselê dixebitin û debara xwe dikin, hat gel hevdu. Filizê ji jinên kedkar de anî ziman ku ew ê cihekî ji bo jin bi hêsanî bikaribin berhemên xwe bifiroşin ava bikin.
Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, bi jinên ku li Baxçeyên Hevselê dixebitin û debara xwe dikin, hat gel hevdu. Filîzê bi jinan re sohbet kir dan û sitendina fikir û raman kir. Filizê ji jinên kedkar de anî ziman ku ew ê cihekî ji bo jin bi hêsanî bikaribin berhemên xwe bifiroşin ava bikin.
Fîlîza ku li daxwazên jinên kedkar guhdar kir wiha got:"Daxwazên ku hûn ji me dikin mafê we yê xwezayî ye. Em ê ji bo daxwazên we di nava hewldanê de bin."