Hevseroka Şaredariya Sûrê bi jinên kedkar re hat gel hevdu 2019-07-19 10:43:46   AMED - Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, bi jinên ku li Baxçeyên Hevselê dixebitin û debara xwe dikin, hat gel hevdu. Filizê ji jinên kedkar de anî ziman ku ew ê cihekî ji bo jin bi hêsanî bikaribin berhemên xwe bifiroşin ava bikin.    Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin, bi jinên ku li Baxçeyên Hevselê dixebitin û debara xwe dikin, hat gel hevdu. Filîzê bi jinan re sohbet kir dan û sitendina fikir û raman kir. Filizê ji jinên kedkar de anî ziman ku ew ê cihekî ji bo jin bi hêsanî bikaribin berhemên xwe bifiroşin ava bikin.    Fîlîza ku li daxwazên jinên kedkar guhdar kir wiha got:"Daxwazên ku hûn ji me dikin mafê we yê xwezayî ye. Em ê ji bo daxwazên we di nava hewldanê de bin."