Li Tarsûsê îdiaya girtiyekî dawî li jiyana xwe aniye
- 13:20 18 Tîrmeh 2019
- Rojane
EDENE - Li Girtîgeha Tarsûsê hat angaştkirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkun dawî li jiyana xwe anî.
Li Girtîgeha Jimara 3’an a Tîpa T a Tarsûsê hat angaştkirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkun dawî li jiyana xwe anî. Nehat zanîn ku ka Halîs çima dawî li jiyana xwe aniye. Ji bo otopsiye cenazeyê Halîs rakirin Saziya Tiba Edlî. Piştî karê otopsiyê cenaze radestî malbatê hat kirin û malbat ji bo cenaze veşêre bir Mêrsînê.
Cenaze dê li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê bê definkirin.
Malbata Halîs da zanîn ku derbarê bûyerê de tu tiştekî zelal nizanin û rêveberiya girtîgehê ji wan re ragihandiye ku zarokê wan întîxar kiriye.