Li Tarsûsê îdiaya girtiyekî dawî li jiyana xwe aniye 2019-07-18 13:20:05   EDENE - Li Girtîgeha Tarsûsê hat angaştkirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkun dawî li jiyana xwe anî.   Li Girtîgeha Jimara 3’an a Tîpa T a Tarsûsê hat angaştkirin ku girtiyê bi navê Halîs Coşkun dawî li jiyana xwe anî. Nehat zanîn ku ka Halîs  çima dawî li jiyana xwe aniye. Ji bo otopsiye cenazeyê Halîs rakirin Saziya Tiba Edlî. Piştî karê otopsiyê cenaze radestî malbatê hat kirin û malbat ji bo cenaze veşêre bir Mêrsînê.    Cenaze dê li Goristana Guneykentê ya li navçeya Toroslar a Mêrsînê bê definkirin.    Malbata Halîs  da zanîn ku derbarê bûyerê de tu tiştekî zelal nizanin û rêveberiya girtîgehê ji wan re ragihandiye ku zarokê wan întîxar kiriye.