5 herêmên li Colemêrgê hatin qedexekirin

  • 09:41 15 Tîrmeh 2019
  • Rojane
COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê 5 herêm hatin qedexekirin. 15 rojan di bin navê Herêma Ewlehiya Taybet de ji çûyîn û hatinê re hatin qedexekirin. 
 
Qedexekirina herêmên li Colemêrgê didome. 5 herêmên girêdayî navenda Colemêrg û navçeyên wê  ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hat qedexekirin. Dê 15 rojan di bin navê Herêma Ewlehiya Taybet de bi hêceta "ewlehiyê" herêm ji hatin û çûyinê re hat qedexekirin. Qedexeya ku dirêjî heta xeta sînor bajaroka Rûbarokê dibe dê di navbera 16 û 30'ê tîrmehê de bê qedexekirin.