5 herêmên li Colemêrgê hatin qedexekirin 2019-07-15 09:41:57   COLEMÊRG - Li Colemêrg û navçeyên wê 5 herêm hatin qedexekirin. 15 rojan di bin navê Herêma Ewlehiya Taybet de ji çûyîn û hatinê re hatin qedexekirin.    Qedexekirina herêmên li Colemêrgê didome. 5 herêmên girêdayî navenda Colemêrg û navçeyên wê  ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve hat qedexekirin. Dê 15 rojan di bin navê Herêma Ewlehiya Taybet de bi hêceta "ewlehiyê" herêm ji hatin û çûyinê re hat qedexekirin. Qedexeya ku dirêjî heta xeta sînor bajaroka Rûbarokê dibe dê di navbera 16 û 30'ê tîrmehê de bê qedexekirin.