Li Wanê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn
- 12:14 14 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Li Wanê bi tevlîbûna rêxistinên navend û navçeyan berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn.
Di zindana Amedê de endam û kadroyên pêşeng yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê pêk anîbûn û di encama çalakiyê de Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Ali Çiçek jiyana xwe ji dest dabûn. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Wanê bi tevlîbûna rêxistinên HDP, DBP û TJA’yê li HDP’ê hatin bîbîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û pişt re bi temaşekerina sînevîzyona 14’ê tirmehê berdewam kir.
Bîranîn bi axaftinan û nirxandinan bi dawî bû.