Li Wanê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn 2019-07-14 12:14:58   WAN - Li Wanê bi tevlîbûna rêxistinên navend û navçeyan  berxwedêrên 14’ê Tîrmehê  hatin bibîranîn.    Di zindana Amedê de endam û kadroyên pêşeng yên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)  çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê pêk anîbûn û di encama çalakiyê de Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yılmaz û Ali Çiçek jiyana xwe ji dest dabûn. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Wanê bi tevlîbûna rêxistinên HDP, DBP û TJA’yê li HDP’ê hatin bîbîranîn.    Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û pişt re bi temaşekerina sînevîzyona 14’ê tirmehê berdewam kir.    Bîranîn bi axaftinan û nirxandinan bi dawî bû.