Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 12:43 5 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.