Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-07-05 12:43:39   STENBOL - Malbata Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din, ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî, bi heman armancê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.   Malbat herî dawî di 5’ê Hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.