Konferansa Ewlekariya Hundrîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû

  • 08:28 4 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biriyarên girîng bi dawî bû.
 
2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Rêxistinkirina ewlekariya hundirîn ya jinê mîsogeriya parastina azadiya jinên Bakur û rojehatlê Sûrî",  ku bi tevlîbûna 300 delegeyî li navenda Çand û Huner a Aram Tîkran ya bajarokê Rimêlan a Kantona Qmaişloyê, hat lidarxistin, bi biyararên girîng bi dawî bû.
 
Piştî perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser parastinê hat xwendin, her wiha rapora du salan ya ewlekariya hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin û hat nîqaşkirin. Paşê Rêziknemeya Ewekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat  nîqaşkirin û erêkirin. 
 
Her wiha ji bo logoyê Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hat kirin û li ser logo hat erêkirin.
 
Herî dawî pêşniyar û biryar hatin girtin wiha bûn: 
 
Zimanê kurdî û erebî li gorî pêwîstiyan li navenda were dayîn.
 
Perwerde li ser teknîkê "kompîyoter" li saziya were dayîn.
 
Rêziknameya Ewlekariya Hundirîn a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî waneyek bingehîn li akademî û saziyan were dayîn.
 
Konferans bi dirûşma " Bê serok jiyan nabe, jin jiyan azadî", bi dawî bû.