Konferansa Ewlekariya Hundrîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû 2019-07-04 08:28:58   QAMIŞLO - 2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi biriyarên girîng bi dawî bû.   2'yemîn Konferansa Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Rêxistinkirina ewlekariya hundirîn ya jinê mîsogeriya parastina azadiya jinên Bakur û rojehatlê Sûrî",  ku bi tevlîbûna 300 delegeyî li navenda Çand û Huner a Aram Tîkran ya bajarokê Rimêlan a Kantona Qmaişloyê, hat lidarxistin, bi biyararên girîng bi dawî bû.   Piştî perspektîvên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser parastinê hat xwendin, her wiha rapora du salan ya ewlekariya hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat xwendin û hat nîqaşkirin. Paşê Rêziknemeya Ewekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat  nîqaşkirin û erêkirin.    Her wiha ji bo logoyê Ewlekariya Hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş hat kirin û li ser logo hat erêkirin.   Herî dawî pêşniyar û biryar hatin girtin wiha bûn:    Zimanê kurdî û erebî li gorî pêwîstiyan li navenda were dayîn.   Perwerde li ser teknîkê "kompîyoter" li saziya were dayîn.   Rêziknameya Ewlekariya Hundirîn a jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî waneyek bingehîn li akademî û saziyan were dayîn.   Konferans bi dirûşma " Bê serok jiyan nabe, jin jiyan azadî", bi dawî bû.