Jinên HDP'î çûn serdana malbata Canan Akar
- 16:42 3 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - Jinên HDP'î çûn serdana malbata Canan Akar a ku li Payizavayê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.
Li Kuçeya Paçanê ya Navçeya Payizava ya Wanê jina bi navê Canan Akar 2 roj berê bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Cenazeyê Cananê piştî otopsiyê ji aliyê malbata wê ve hatibû definkirin.
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulut, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA ), Hevseroka HDP'ê ya Payizavayê, Sinem Malal, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û gelek jin çûn serdana malbata Cananê.
Jinên HDP'î sersaxî ji malbata Cananê xwestin.