Jinên HDP'î çûn serdana malbata Canan Akar 2019-07-03 16:42:49   WAN - Jinên HDP'î çûn serdana malbata Canan Akar a ku li Payizavayê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.   Li Kuçeya Paçanê ya Navçeya Payizava ya Wanê jina bi navê Canan Akar 2 roj berê bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Cenazeyê Cananê piştî otopsiyê ji aliyê malbata wê ve hatibû definkirin.    Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadişen Karabulut, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA ), Hevseroka HDP'ê ya Payizavayê, Sinem Malal, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan û gelek jin çûn serdana malbata Cananê.    Jinên HDP'î sersaxî ji malbata Cananê xwestin.