'Berxwedana me ya li dijî dagirkeriyê dê bidome'

  • 09:05 3 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li gundewarên Şehbayê bi cih bûne derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojava de gotin: "Em ê berxwedana xwe ya li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk bidomînin."
 
Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojava didome. Têkildarî mijarê de jinên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. Jinên Efrînê gotin:"Tu gef û êrîş dê nikaribe me ji xeta me ya têkoşîn û berxwedanê qut bike."
 
'Em ê tola pakrewanên xwe hildin'
 
Jina bi navê Almaz Hiso wiha got: "Em tu carî gefên dewleta Tirk ên li ser xaka xwe qebûl nakin. Malbatên Şehîdan û hemû gelê Kurd dê hesabê hemû  êrişan bipirse. Banga me ji hemû gelê kurd re heye ku destên xwe bi yek bikin û li pey şopa pakrewanên xwe bimeşin û tola wan hildin."
 
'Berxwedan wê bidome'
 
Endama Kongreya Star a Efrînê Emîne Silêman wiha got: "Bila Erdogan nefikire bi gefên xwe wê di nava gel de metirsiyekê çêbike. Gel ne gelê ku bindestiyê qebûl dike ye. Gelê Kurd her dem li dijî gef û êrîşan serî hildaye û ev serîhildan dê bidome." 
 
'Serkeftin ya me ye'
 
Henîfe Derwîş jî wiha got: "Em jinên ciwan gefên dewleta Tirk li ser xwe qebûl nakin, me di Efrînê de 58 rojan berxwedana xwe domand û em ê heta dawiyê berxwedana xwe bidomînin. Serkeftin jî her tim ya me ye, ya gelê azadîxwaz e. Em ê berxwedana xwe ya li dijî gef û kiryarên dewleta Tirk bidomînin. Tu gef û êrîş dê nikaribe me ji xeta me ya têkoşîn û berxwedanê qut bike."