Betul a ku ev saleke tê tehdîdkirin: Em ê meşa bi jinên Kurd de bidomînin

  • 11:40 22 Hezîran 2019
  • Rojane
ENQERE - Endama HDP'ê Betul Koca ya ku ev saleke ji aliyê polîsan ve tê tehdîtkirin, tacîzkirin û bi şopandina sîstematîk rû bi rû tê hiştin got:"Dibêjin hûn dest bidin Kurdan hûn ê bişewitin. Lê em ê meşa bi jinên Kurd de bidomînin."
 
Li Enqereyê ev 3 salên dawî revandin, polîtikayên ajantiyê, binçavkirin zêde bûye. Bi vê yekê endama HDP'ê Betul Koca ya ku ev saleke ji aliyê polîsan ve tê tehdîtkirin, tacîzkirin û bi şopandina sîstematîk rû bi rû tê hiştin hat rojevê. Betul Koca di daxuyaniya ku li ÎHD'ê hat kirin de got:"MÎT'ê ez tehdît kir. Ji min re gotin 'Em ê te bidin windakirin. Rihê kesî jî nabihîse."
 
'Ev saleke ez bi tacîz û tehdîda polîsan rû bi rû dimînim'
 
Betulê da zanîn ku tacîz û tehdît ji bo tirsandiniyê û got:"Ev demeke dirêj e li ser civakê zextên mezin hene. Kesên ku dengê xwe derdixin jî tên tacîzkirin û tehdîtkitin. Ev saleke ez bi tacîz û tehdîda polîsan rû bi rû dimînim."
 
Her wiha Betulê da zanîn ku dema ew hatiye binçavkirin ji aliyê TEM'ê ve li ser telefona wê koma ji 150 kesî pêk hatiye, hatiye vekirin û li ser wê komê ew hatiye reşkirin û wiha got:"Kesên ku nasnameya wan ne diyar her carê gurzek kulîlk dadinîn ber deriyê min  û li ser nivîsa "Bi hêviya salên bextewar" hebû. 
 
'Li ser agahiyên min ên takekesî 'li kerxaneyê dixebite'hatibû nivîsandin'
 
Betulê wiha dewam kir:"Di serdema ku zextên polîsan dewam dikir ez li kar digeriyam û ji bo kar bibînim ez bûbûm endamê "Kariyer net". CV ya min a li ser siteyê ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû nûkirin û li ser agahiyên min ên takekesî 'li kerxaneyê dixebite' û memleketê wê Kuba ye, hatibû nivîsandin'. Piştre hejmara ku li min geriya dema ez lê geriyam êdî girtîbû. 
 
Betulê da zanîn ku sîstem dixwaze siyasetmedarên jin ên ciwan bi zextên xwe têk bibe û wiha got:"Her çiqas êrîşî me bikin divê em paş de gav navêjin. Divê em her dem li berxwe bidin."