'Dagirkerî dê têk biçe û berxwedan wê bi ser bikeve'
- 09:24 22 Hezîran 2019
- Rojane
Tûlîn Muhamad
ŞEHBA - Jinên Efrînê li ser gotina Namzedê Şaredariya Mezin a Stenbolê ya tifaqa AKP-MHP'ê Bînalî Yildirim ku gotibû me kurd ji Efrînê derxist, dora Rojhilatê Firatê ye gotin: :"Em dagirkeriyê qebûl nakin û gotina Bînalî Yildirim şermezar dikin. Gelê Rojhilatê Firatê wê weke gelê Efrînê berxwe bide, ji ber ku em teslîmkariyê qebûl nakin."
Bi nêzîkbûna hilbijartina Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Namzedê Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim di bernameya televizyonê de gotibû:"Me 500 hezar kesên Ereb li Efînê bi cih kir û niha em ê Rojhilatê Firatê ji kurdan paqij bikin û penaberên ku li Tirkiyeyê bi cih bûne bişînin wir." Jinên li Şehbayê derbarê vê mijarê de axivîn.
'Dewleta Tirk ber bi hilweşandinekê ve diçe'
Berdevka Koordinasyona Kongraya Star a Efrînê Ayşe Xezine li ser êrîşên dewleta Tirk û armancên wê axivî û got: "Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve gel li Kantona Şehbayê bi cih bû û berxwedana xwe berdewam dikin. Gotina Bînalî Yildirim nayê qebûlkirin. Ew ji bo di hilbjartinan de bi ser bikevin her dem kurdan hedef digirin. Loma dewleta tirk ber bi hilweşandinê ve diçe. Di warê aborî, siyasî, leşkerî têk diçe."
'Efrîn bi berxwedana gel wê rizgar bibe'
Ayşe balkişand ser berxwedana gelê Efrînê yên ku ji tu kesî re serî natewînin û wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze bi vî awayî kuran tune bike. Lê gelê kurd li her deverekê berxwedana xwe dike û ji kesî re serî natewînin, ji ber ku em gelê bi fikra Serok Apo re her roj xwe ji nû de ava dikin û em ê projeya Netewa Demokratîk projeya wekheviya gelan pêk bînin û Efrînê bi berxwedana gel rizgar bikin."
'Bi alîkariya ENKS'ê xaka Kurdistanê tê dagirkirin'
Ayşe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser xaka Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Dagirkeriya dewleta Tirk dixwaze ji Til Rifatê dest pê bike heta Rojhilata Firatê û xaka Başûrê Kurdistanê dagirkeriya xwe berdewam bike. ENKS jî piştgiriyê dide dewleta tirk. Lê em ê berxwedana xwe berdewam bikin heta Efrîn û çar perçeyên Kurdistanê rizgar dikin."
'Dewleta Tirk her tim pilana xwe li ser Gelê Kurd dimeşîne'
Dayika bi navê Sûreye Hebeş jî gotina Bînalî Yildirim şermezar kir û got:"Dewleta tirk dixwaze Rojhilatê Firatê jî wekî Efrînê dagir bike. Ev bi gotina Bînalî Yildirim hat dubarekirin. Lê xwediyê vê axê em in. Dewleta tirk a dagirker ew ê nikaribe gelê Kurd têk bibe. Ew ê di nava planên xwe yên qirêj de têk biçin. Banga min ji hemû Gelê Kurd re heye ku nehêlin dagirkerî di nava me de cih bigirin, em xwedî Efrîn û Rojhilatê Firatê derkevin."
'Gelê Rojhilata Firatê li hember dagirkeriyê dê li berxwe bide'
Hacer Miho jî bal kişand ser berxwedana gelê kurd û wiha axivî:"Dewleta Tirk çawa çete li Efrînê bi cih kir li Rojhilata Firatê jî dîsa dixwaze vê pilanê pêk bîne. Em ji Efrînê bi pilanek navnetewî derketin û koçber bûn, lê gelê Rojhilata Firatê wê weke gelê Efrînê berxwedana xwe li hember dagirkeriyê berdewam bike. Ji ber ku em li berxwe didin û teslîmkariyê qebûl nakin. Em ê Efrîna xwe rizgar bikin. Em nahêlin dagirker axa me dagir bikin."