'Bêyî yekîtiya kurdan çareserî ne pêkan e'

  • 09:08 22 Hezîran 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî /Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîca Asim têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê got:"Em Kurd ancax bi yekdengî dikarin li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin. Bêyî yekîtiya kurdan çareserî ne pêkan e."
 
Ji 27’ê Gulanê ve bi balafir û çekên giran êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Têkildarî vê mijarê Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîca Asim axivî û got: "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewamiya dagirkirina Efrînê ye."
 
'Bi êrîşan dixwazin azadî û demokarasiya me tune bikin'
 
Xedîcayê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: " Dewleta tirk dixwaza hemû Başûrê Kurdistanê dagir bike. Êrîşên ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên Kurdan hedef digire. Tirkiye dixwaze bi van êrîşan daxwazên azadî û demokarasiyê tune bike. Ji bo wê jî dixwaze ji rewşa heyî sûd bigire û herêmên Rojhilata Navîn dagir bike."
 
'Êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê berdewamiya dagirkirina Efrînê ye'
 
Xedîcayê Berxwedana Serdemê bi bîr xist û wiha pê de çû: "Piştî Berxwedana Serdemê ya 58 rojan ya şervan û gelên Efrînê, komployek navdewletî û plankirî li ser Efrînê hat kirin. Ger ne komplo ba dê Tirkiye nikarîba nêzî Efrînê biba. Di roja îro de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê berdewamiya komploya dagirkerina Efrînê ye."
 
'Divê Irak û Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin'
 
Xedîcayê rexne li Hikûmeta Başûr kir û got: "Di merasîma sondxwarina serokê herêmê de, ji bo razîkirina Tirkiyeyê dev ji sirûda Kurd "Ey Reqîb" berdan. Ev yek cihê şerm û rexnekirinê ye. Dewleta Tirk bi vî rengî dixwaze çand, exlaq û kurdiyetê tune bike. Di heman demê de bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hember êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, ne ehlaqî ye. Divê hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin."
 
'Bêyî yekîtiya kurdan çareserî ne pêkan e'
 
Xedîcayê got: "Kurd dikarin di bin siya pirojeya demokratîk de bibin yek. Lewra divê Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanî bi beşadarbûna hemû aliyên Kurdistanî were lidarxistin."
 
Xedîcayê di dawiya axaftina xwe de bang partî û rêxistinên Kurdî kir ku Kongeya Neteweyî ya Kurdî li dar bixin û yekîtiya Kurdî ava bikin, da ku li hember polîtîkayên qirkirina gelê kurd, têkoşînek mezintir bê kirin."