'Zewaca di temenê biçûk de jiyanê dike dojeh'
- 09:06 22 Hezîran 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo / Ronîda Hacî
HESEKÊ - Mijara ku di nav civaka Ereban de zêde pêş ketiye, zewaca temenê biçûk û pirjinî ye. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Di derbarê vê mijarê de jinên Ereb ên gundê Hizûmiyê yê Çiyayê Kizwanan axivîn. Jinên Ereb gotin:"Em naxwazin zewaca di temenê biçûk de û pirzewac pêş bikeve. Divê dawî li van bê."
Di civaka Ereb de bi taybet jin rastî neheqî û zihniyeta serdest tê û neçar dimînin ku li gorî orf û adetên civakî ku maf û nêrîna jinê tune dike, tev bigerinin. Lê bi destpêkirina Şoreşa Rojava, gelek guhertinên berbiçav bi taybet di aliyê zewaca temenê biçûk û pirjinî de, çêbûn. Di derbarê vê mijarê de jinên Ereb ên gundê Hizûmiyê yê Çiyayê Kizwanan axivîn.
Wefa Ebdil-Ezîz diyar kir ku civaka Ereb maf û nêrîna jinê tune dike û wiha got: "Hê jî gelek kesayet mijara azadiya jinê qebûl nakin û Ev yek di jiyana jinê de, li hemberî pêşketina wê her dibe kelem. Gelek malbat zarokên xwe bi temenekî biçûk didin zewicandin û piştî wê bi 2 heyvan zaroka di temenê biçûk de li malbata xwe vedigere û dibe qurbaniya paşketina zihniyeta malbata xwe."
'Tundiya li ser jinê didome'
Wefayê diyar kir ku tevî ewqas têkoşîn, mijara tundiya li ser jinê didome û wiha pê de çû: "Di mal, dibistan, xebat û her deverê fr tundî li ser jinê tê meşandin herî zêde bi gotinan dixwazin îrade û têkoşîna wê rawestînin, lê ya herî balkêş ew e ku jin li hember zihniyeta zayendperest dest ji têkoşînê bernedaye."
'Dema min fikrê Rêber Ocalan nas kir, ji nû ve ez ji dayik bûm'
Wefayê fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji xwe re wekî zayîneke nû dibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez gelek kêfxweş im, ez hewl didim ku zincîrên koletiyê bi rengekî temamî bişkînim û ber bi jiyaneke azad ve gavan biavêjim. Dema ku tevgera azadiya jinê hat min nû qîmeta xwe wekî jin nas kir û ji nû ve ez ji dayik bûm."
'Zewaca di temenê biçûk de jiyanê dike dojeh'
Wefayê dibêje ku xwezî ji berê de me tevger nas kiriba û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwezî tevgera azadiya jinê mîna Kongreya Star û Mala Jinê ji berê de heba. Niha gelek keç di temenekî biçûk de tên zewicandin û jiyana wan dibe mîna dojehê. Ez spasiya Kongreya Star, Mala Jinê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk( QSD) dikim bi saya têkoşîna wan civaka Ereb gavên baş avêtine. Pêwîstiya jinên Ereb bi perwerdeyan heye."
'Mêr hevjînên xwe bi pirjiniyê tehdît dikin'
Wedha Mihemed jî diyar kir ku mêr her tim hevjînên xwe bi pirjiniyê tehdît dikin û wiha axivî: "Jinên Ereb gelekî dûrî fikrê azadiyê ketine ew jî ji ber zihniyeta baviksalarî ye. Adetên civakî hiştiye ku jin li hember hêz, îrade û zanebûna xwe bêbawer be. Mêr her tim bi zewaca pirjiniyê hevjînê xwe tehdîd dike. Loma perwerde girîng e. Mêr her mafê jinê tune dike."
'Rêber Ocalan çarenûsa me diyar kir'
Wedhayê herî dawî bal kişand ser perwerdeyê û wiha got: "Lê niha tevî pêşketinan dîsa jî bûyerên zewaca di temenê biçûk de û pirjiniyê çêdibin. Her çiqas jin û mêr werin perwerdekirin dê pêşî li van kirîzan were girtin. Rêber Ocalan çarenûsa me diyar kir."