ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 22 Hezîran 2019
  • Rojev
*Mijara ku di nav civaka Ereban de zêde pêş ketiye, zewaca temenê biçûk û pirjinî ye. Ev yek jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Di derbarê vê mijarê de jinên Ereb ên gundê Hizûmiyê yê Çiyayê Kizwanan axivîn. Jinên Ereb gotin:"Em naxwazin zewaca di temenê biçûk de û pirzewac pêş bikeve. Divê dawî li van bê." DÎMEN HEYE
 
*Endama Rêveberiya Kongreya Star Xedîca Asim têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê got:"Em Kurd ancax bi yekdengî dikarin li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin. Bêyî yekîtiya kurdan çareserî ne pêkan e." DÎMEN HEYE
 
*Li bajarokê Sinûnê jina bi navê Kamo Hecî  ji bo debara xwe bike û zarokên xwe xwedî bike bi çandiniyê mijûl dibe. Kamo ya ku ev 4 sal in karê çandiniyê dike wiha got:"Ez dixwazim di jiyanê de li ser piyên xwe bisekinim. Ez ji xebatê hez dikim. Loma jî têdikoşim."
DÎMEN HEYE
 
*Rehê berxwedanê ji Heleb, Efrîn û heta Şehpayê dirêj bûye. Dema ku mirov ji Herêma Firatê berê xwe dide Helebê li ser riya mirov, Çiyayên bi dar ava mezin-çemê Firatê û destpêka riya Şehpayê ye.  Li Wargeha Şehbayê jî nirxên berxwedana Serdemê lê kom bûye. Dema ku mirov bixwaze biçe Şehbayê rawestgeha di destpêkê de Heleb e. Heleba bi nav û deng ji aliyê bazirganî, refah û bedewabûna mîmariyê ve bûye  modela şaristaniya demokratîk. Li vî bajarî çandeke gelan a ku bi sedan salan e di nav hev de dijîn heye. Mînaka wê ya herî ber biçav jî, li ber her mizgefteke, Dêr, li ber her Dêrekê jî  mizgefteke heye. 
 
* Li Şaredariya Şemrexê ku piştî hilbijartinan ji destê qeyûm hat girtin şûnde derket holê ku bi giştî 3 mîlyon deynê wê heye û hat hînbûn ku navenda çandê ya li navçeyê hatibû vekirin jî mehek beriya hilbijartinan hîbeyî Wezareta Perwerdeyê hatiye kirine. DÎMEN HEYE
 
*Li Mêrdînê bi hatina havînê re li baxçeyan gilyaz gihaştin û li bazar û ser riyan cihên xwe li ser tezgahan girtin. Lê îsal ji ber şiliyê darên gilyazan kêm berhem da. Jinên kedkar diyar kirin ku îsal ji ber berhemê wan kêm e, beramberê keda xwe negirtine. DÎMEN HEYE
 
*Salîha Aydenîz a HDP’î operasyona dersînor a li hember Herêma Federal a Kurdistanê wek ‘parçeyeke polîtîkaya tunekirinê ye’ nirxand û wiha got: “Yên li Bakur dijminê Kurdan e, wê li Başûr jî dijminê Kurdan bin. Divê em vê wisa bibînin û binirxînin. Em neçar in bi hev re tev bigerin û bi hev re têkoşin.”  DÎMEN HEYE
 
*Endama PM'ê ya HDP’ê Leman Kîraz ji bo afirandina bajarên jinan esas digirin, bên afirandin tiştên hewce rêz kir û wiha got: “Divê jin qadên ku xwe lê di baweriyê de hîs dikin, qadên îstîhdamê hatine afirandin, tacîz û tecawîz lê tune biafirînin. Di rêveberiyên herêmî de bi pêkhatina projeyên ku jinan esas digirin re, wê bajarên dostên jinan e bên afirandin.” DÎMEN HEYE