Îdanameya derbarê mirina Leylayê de hat amadekirin dadgehê qebûl kir

  • 15:23 21 Hezîran 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Li Agiriyê derbarê mirina Leylaya Aydemîr ya Çarsalî de îdanameya ku bi daxwaza muebeta giran ji bo 7 gûmanbaran hat amdekirin ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. 
 
Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve derbarê mirina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr de ku pitşî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin de hatibû destpêkirin bi dawî bû. Îdanameya ku hat amdekirin ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê GIran Agiriyê ve hat qebûlkirin.  
 
Dî îdanameyê de ji bo Bavê Leylayê ku  girtî ye û pismamê wî M.A.A jî di nav de ji bo 7 kesan de Muebata giran û ji bo her yekî jî heta 14 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. 
 
Wê darizandina bersûcan di 20'ê Îlonê de bê destpêkirin.