Jinên Şengalê: Bêdengî tê wateya hevkariyê
- 14:55 21 Hezîran 2019
- Rojane
Nesrin Hisen-Viyan Said
ŞENGAL - Gelê li bajerokê Sinunê yê Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meş li dar xist.
Gelê li bajerokê Sinunê yê Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meş li dar xist. Meş bi pênşengiya yekîtiya ciwanên Êzidi, tevgera azadiya jinên Êzidi û meclîsa Şengalê ve hat lidarxistin.
'Divê herkes li hemberî êrîşan derkevin'
Dayika bi navê Meyan Xwededa wiha got:"Divê li dijî êrîşên dewleta tirk em bêdeng nemînin. Bêdengî tê wateya hevkariyê. Ne têne hikumeta Iraqê û hikumeta heremî ya Başûrê Kurdistanê, hemû dewlet li hemberî vê erîşê bêdeng in. Ya ku îro tê kirin dagirkerî û neheqî ye. Pêwîst dike kes ve qebûl neke û li hemberî vê derkeve. Erîş û dagirkirin ji bo hemû gelan tê pêkanîn. Berî vê demekê dewleta Tirk ciwanekî Êzidi qetil kir. Li hemberî vê jî bedengî çêbû. Ji ber bêdengiya heyî dewleta Tirk van erîşên xwe her diçe mezin dike. Pewîst dike weke gel em her tim li gel hev bin û li pişta hev bin. Weke dayikên Êzidi em vê qebûl nakin û em ê li hemberî vê jî bi ser bikevin."
' Yên ku îro bêdeng in hevkariya êrîşê dikin'
Dayika bi navê Edlan Şengalî jî nerînên xwe wiha anî ziman:"Ev erîş û dagirkirina dewleta tirk ji bo hemû gelan e. Berî vê ciwanekî Êzidi jî hate qetilkirin. Ne tenê li rojavayê Kurdistanê hemû cihên ku kurd lê hene dexil û danên wan hatin şewitandin. Lê hikumeta Iraq û hikumeta heremî ya Başûrê Kurdistanê heta niha li hemberî vê bêdeng in û tu alîkari ji gel nekirine. Ev bi zanebûn tên kirin. Bêdengiya heye jî dihêle ku ev her biçe belav bibe. Erîşên dewleta Tirk ji heman ferasetê heza xwe digire. Hemberî erîşan jî bedengmayîn dihêle ku dagirkirin hêsan bibe û axa Kurdistanê bê dagirkirin. Heta ev êrîş li ser gel ranebe em ê bêdeng nemînin. Yên ku îro bêdeng in hevkariya êrîşê dikin."