Dîlan Îzol: Min hîna şîna xwe nekiriye, ez ê dest ji lêgerîna mafê xwe bernedim
- 13:10 21 Hezîran 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
RIHA - Keça Zozan û Heqî Îzol ku ku li Sêwrekê di encama şerê li ser zeviyan derket de jiyana xwe ji dest dan Dîlan Îzol, tişta jiyaye wiha vegot: "Min rondikek jî nebarand. Min hîna şîna xwe nikiriye, min dil û nava xwe rehet nekiriye. Ji ber ku min mafê xwe bi dest nexistiye. Ez ji ber vê heta niha li ser piyan mame, ji ber vê hîna bi hêz im. Ez li mafê xwe digerim û ez ê vê lêgerîna xwe berdewam bikim.
Li Taxa Çeltîkê ya girêdayî Sêwreka Rihayê di 15'ê Hezîranê de bi îdiaya şerê li ser zeviyan di komkujiya ku pêk hat de 2 jê jin 6 kesî jiyana xwe ji dest da. Rastiya nûçeya ku wekî şerekî li ser zeviyan e ji aliyê gelek ajans û rojnameyav ve hat parvekirin ji aliyê Dîlan Îzol a ku bûyer gav bi gav şopand û qeydkir ve li ser medya civakî hat parvekirin. Birayên Zulfîkar Îzol ê Akpelî û alîgirên wî 6 kes qetlikirin û Dîlan jî mecbûr ma ku kuştina dayik û bavê xwe bi kamerayê bigire bin qeydê. Hêjî derbarê vê komkujiyê de ji aliyê rayedaran ve tu daxuyanî nehatiye dayîn, Dîlan a ku hemû tiştên hatin jiyîn ji aljansa me re vegotin anî ziman ku ev bûyer berî bi 17 salan hatiye destpêkirin.
'3 jin bi tena serê xwe hatin hiştin'
Dîlan diyar kir ku ev bûyera pêk hat tenê wê rojê pêk nehatiye, neqedyaye û wiha berdewam kir: "Ev bûyereke ku berî bi 17 salan hatiye jiyîn e. Di 2003'an de apê min hat kuştin û wekî gûmanbarên kujer bavê min û 2 apêmin hatin nîşandan. Dema ku apê min hat kuştin bavê min û malbata min li gel kalê min bûn. 2 apên min ku wekî gûmanbar hatin nîşandan jî lawekî apekî min astengdar bû û wê demê ji bo dermankirinê ew biribûn Mêrsînê. Lê dema ku diçin Mêrsînê bi rê da cudanên wan winda dibin, diçin li qereqolê gilî dikin. Keydên nexweşxane û qereqolê jî hebûn. Ez dibêjim hebûn ji ber ku ev qeyd piştre ji holê hatin rakirin. Di vê dozê de parêzerên me xwe bi perev firotin û tu parastin nekirin. Di wê pêvajoya ku bavê min û apên min girtî bûn de dayika min û du jinapên min yanî 3 jin û zarokên wan bi tena serê xwe hatin hiştin."
'Zulfîkar Îzol hêza hikûmetê bi kar anî û delîl tune kirin'
Dîlan anî ziman ku ji ber ew wê demê zarok bûn ne di ferqa tiştên di qewimin de bûn û ev tişt got: "Ji ber ku em bi tenê bûn wê demê me nizanibû ku li pişt van tiştên tên kirin kî heye û çi diqewime. Em piştre ketin ferqê. Dîse kesê ku delîl tune kirin, 17 salan doz da berdewam kirin jî dîsa Zulfîkar Îzol bû. Kesê li pişt van hemû pêkanînan Zulfîkar Îzol e. Kesê ku delîlên me tune kirin Zulfîkar Îzol e. Wê demê parlamenter bû, hêza hikûmetê û leşkerên dewletê bi kar anî. Wê demê ji bavê min re dibêje 'tu hemû mal û milkê xwe li ser min tapo bike dema ku derket holê sûcê te tune ye ez ê dewirî te bikim'. Heta ku doz bi encam bibe dixwaze ku tapo wekî emanet li gel wî bimînin. Lê dibêje ku piştî doz bi encam bibe ezê li we vegerînim. Zulfîkar Îzol pismamê bavê min ê heq e. Bavê min jî pê ewle dibe û hemû tapûyan dewrî wî dike."
Daneyên din ên derbarê bûyerê de ku dîlan vedibêje wiha ne:
“Di pêvajoya bûyerê de bavê min tapoyên ku dan careke din dixwaze lê Zulfîkar dibêje ' Te bi xwe dane tiştekî ku tu paşve bigirî tune ye'. Ji xwe piştî ku me tiştên aîdê xwe xwestin ev bûyer derketin holê. Bavê min hat tehdîtkirin û jê re hat gotin'ji vir biçe tu tiştekî te tune ye'. Li me dan em tehdît û tacîz kirin. Derbarê van bûyeran de dozên me yên ku berdewam dikin hene. Ev hûmû dikarin derkevin holê. Li gel van hemû zext û tehdîdan jî me cihê xwe neterikand. Berî ku bûyer biqewima bi rojekê, cendirme hatin amla me. Me got dibe ji ber ku bavê min qaçax be hatine. Dema ku tên jî dikarin lêgerînê bikin û berê jî kiribûn.
Berî bûyerê êvarê cendirme hatin mala me
Dema ji cendirmeyan pirsî hûn hatine çi fermandarê wan 'ez nû hatime tayînkirin û min xwestiye kî li vir dijî hîn bibim. Berî vê kî li vir jiyaye û çi hatiye jiyîn dixwazim hîn bibim'. Ji me re tiştekî din negotin û neketin hundirê malê jî û piştre çûn. Piştî wê serê sibehê saet li dora 08.30'an dema ku apê min û jinapa min li malê bûn li dora malê traktor tê gerandin. Dema ku yên me derdikevin derve dibîn ku xaniyê me dikişînin kamerayê û çêra dikin. Kesên vê dikin biryayên Zulfîkar Îzol in. Li ser vê jinapa min ew derdikevin derve û tên hemberî hev. Dema ku tên hemberî hev kesên li hember dibêjin '5 deqeyan xwe ragirin hûn ê bibînin ku çidibe' û ji wê dûr dikevin. Jinapa min piştî wê telefonî dayika min dike û tişta dibe jê re dibêje û dibêje zû werin. Dayik û bavê min diçin cem jinapa min.
'Bi daran serê pismamê min parçe kirin û kuştin
Ji xwe hata dayika min û bavê min çûn cema jinapa min biyrayên Zulfîkar Îzol bi 4-5 wesayitan tên ber derî. Dema ku tên jî heqaretê dikin û bi dar û keviran êrîş dikin. Piştî wê diçin çekên xwe ji wesayitan derdixin û yek bi yek nîşanê li wan digirin û dikujin. Dayika min û bavê min bi guleyên ku li serê wan ketin jiyana xwe ji dest dan. Jin mama min jî piştî ku ji pişt û dilê xwe derb xwar jiyana xwe ji dest da. Pismamê min ê 22 salî ku zanîngeh dixwend jî bi derên kevir û dar ku li serê wî dan kuştin. Piştî ku ev hemû tişt kirin li wesayitên xwe siwar bûn û dûr ketin. Ev hemû tişt li ber çavên me qewimîn. Ez, xwişk û birayên xwe û zarokên apê min me hemûyan tişta hat kirin dît û temaşe kir. Ji xwe em 3 malên nêzî hev bûn. Di vê navberê de em û biryên Zulfîkar Îzol li heman gundî dijîn û di navbera me de tenê kîlometreyek rê heye. Ji xwe beriya bûyerê jî em dihatin tehdîtkirin.
'Ev komkujî ye, xwestin malbata min qir bikin'
Ji xwe em li bendê bûn me dizanibû ku wê tiştekî bi vî rengî bibe. Piştî ku me ew dîtin tên me hemûyan telefonên xwe girtin destê nxwe û me hemûyan bêyî ku em agahiyê bidin hev me dîmenê bûyerê kişandine. Malabta min hat tunekirin. Xwestin me jî bikujin lê negîhaştin. Ger ku em jî li derve bûna niha em jî mirî bûna. Ev komkujî ye.
Hemû tiştên ku hatin serê me me ji cendermeyan re vegot. Ji xwe em ji hev dozdar bûn û doza me berdewam dike. Daxwaza me biparêzin me nekir lê jixwe me her digot ewlehiya canê me tune ye. Ji me niha du pismamên min girtî ne, Yek jê jî Yusuf Rojhat Îzol e ku hîna 15 salî ye û ji serê xwe birîndar e. Yê din jî Mehmet Metîn Îzol ê 25 salî ye û ew jî ji serê xwe birîdnar e. Pismamê min mehmet metîn bi birîndarî wesayit ajot û me bi destê xwe kuştî û birîdarên xwe rakirin nexweşxaneyê.
'Ewlehiya Cnaê me tune ye'
Ji her ku ev bûyer qewimîye em bang li rayedaran dikin. Em dixwazin ku her kes dengê me bibihîze. Ewlehiya canê me tune ye.
Herdu pismamên min ku hatine gitin yên ku dayik û bavê wan hatine kuştin e û hayê wan pê tune ye ku dayik û bavê wan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bên dermankrii nwan ranakin nexweşxaneyê jî. "