Li Efrînê jinek hat qetilkirin
- 09:44 21 Hezîran 2019
- Rojane
EFRÎN - Li Efrîna ku di bin denetima Tirkiye û komên girêdayî wê de ye, jina Kurd a bi navê Zeyneb Hemid Emin hat qetilkirin.
Li Efrîna ku di bin denetima Tirkiye û komên girêdayî wê de ye, her roj zext, tecawiz û komkujî pêk tên û zêde dibin. Li gor nûçeya ANF'ê ya li gor çavdêriyên herêmî, li Gundê Bûyê yê girêdayî Navçeya Şerewaya Efrînê jina bi navê Zeyneb Hemid Emin hat qetilkirin.
Li gorî agahiyan Zeyneb Hemîd Emîn a berê bi çeteyekê re zewicî , li ser mirina çeteyê hevjînê wê direve diçe ba malbata xwe. Lê çeteyên Feyleq Şam bi ser mala malbata wê de digirin û wê qetil dikin.