‘Em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin’
- 09:06 21 Hezîran 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedan a Navçeya Fafîn a Şehbayê bi cih bûne gotin: "Em ê bi berxwedana xwe Efrînê ji desthiladariya dewleta Tirk rizgar bikin."
Dewleta Tirk di dîroka 20'ê Çileyê 2018’an de, bi balafir û çekên xwe yên giran êrîşî kantona Efrînê kir. Gelê Efrînê 58 rojan berxwedana xwe domand û serî netewand. Piştî artêşa tirk û komên girêdayî wê di 18'ê Adara 2018’ an de, ketin Efrînê, gelê Efrînê neçar man ku berê xwe bidin herêmên bi ewle. Ji ber vê yekê berê xwe dan kantona Şehbayê û li wir êdî berxwedana xwe berdewam kirin. Heta roja îro ev berxwedan ji bo vegera Efrînê tê kirin. Jinên Efrînê yên li Kampa Berxwedanê, berxwedana xwe berdewam dikin, gotin: "Efrîn ya me ye, em ê ji bo rizgarkirina Efrînê her li berxwe bidin. Hêviya me vegera Efrînê ye."
‘Em Efrînê dixwazin’
Zekiye Muhemed Ehmed a ji Efrînê ye û niha li kampê bi cih bûye wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji bo Efrînê em ji şert û mercên zehmet derbas dibin. Em li kampê berxwedana xwe berdewam dikin. Em ji êrîşên dewleta tirk natirsin çiqas êrîşî me bike jî em ji Şehbayê dernakevin. Em Efrînê dixwazin.”
‘Her zehmetî ji bo vegera Efrînê ye’
Esmehan Ismeîl jî li ser zor û zehmetiyên di kampan de dibînin wiha got: "Nêzî salek û nîv em di kampê de dijîn. Me di aliyê jiyanê de zor û zehmetî pir dîtin. Zivistanî sar e, havînî germ e. Niha jî zarokên me ji german nexweş dikevin. Lê dewletên Navneteweyî çavên xwe ji bo kurdan girtiye. Tevî astengiyên ku em dibînin jî em berxwedana xwe berdewam dikin, tenê ji bo vegera Efînê ye, ev têkoşîna me."
‘Em ê Efrînê rizgar bikin’
Qediriye Menan Mustafa jî hestên xwe wiha anî ziman: "Dewleta Tirk bi top û tivingên xwe, êrîşek hovane di Efrînê de pêk anî. Zarok, jin, kal û pîr qetil kir û em bi darê zorê ji Efrînê derxistin. Ji ber vê yekê me berê xwe da Kantona Şehbayê, ji bo berxwedana xwe berdewam bikin. Em ji Efrînê hatin derxistin, lê me Efrîn ji bîr nekir. Em di bin çadiran de zehmetiyan dikşînin. Ji ber ku hêviya me di jiyanê de vegera Efrînê ye. Bila Erdogan nefikire dê Efrînê ji wî re bimîne. Efrîn a me ye, em ji wî re nahêlin. Em ê bi berxwedana xwe Efrînê rizgar bikin."