'Dijmin şêwazên êrîşkirinê yên cuda bi kar tîne'
- 09:02 21 Hezîran 2019
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Endama Rêveberiya PYD’ê Ayşe Efendî têkildarî şewata zeviyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: "Divê gelê me di zanebûna poltîka û şerê taybet yê li dijî herêmê bin. Ji bîr nekin ku Rêveberiya Xweser gel e, gel jî Rêveberiya Xweser e."
Bi destpêkirina mewsimê çinînê re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê bi zanebûn yên mezin li zeviyên gel ketin. Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê encama şewatan eşkere kir, derdora 40 hezar û 860 hektar bi bihayê 19 milyar lêreyên Sûriyeyê şewitîne. Serjimariya şewatên li herêman wiha ye; herêma Cizîrê 34 hezar û 60, herêma Firatê 2 hezar û 450, Tebqa hezar û 800, Reqa hezar û 500, Dêrazor 350 û Minbicê 110 hektar in. 2000 dar jê 500 li herêma Firatê û hezar û 500 li Tebqayê, 3 alavên çandiyê (2 patos û tireqtor) û malek li herêma Cizîrê şewitîn.
Di vê çarçoveyê de Endama Rêveberiya Têkiliyên Diplomasîyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ayşe Efendî ji ajansa me re axivî.
'Dijmin şêwazên êrîşkirinê yên cuda bi kar tîne'
Ayşe Efendî bal kişand ser polîtîkeyên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êrîşên ku îro herêmên me armanc digirin ne nû ne. Ji ber gefên ser me her tim hene û hîna jî bi dawî nebûne. Loma me ji gelê xwe re bi sedan civîn li dar xistine û me wan hişyar kiriye ku dijmin li dijî me di nava liv û tevgerê de ye. Şerê li dijî me hîn bi dawî nebûye, heta ev şewatên ku zeviyên me ango aboriya herêmê hedef girtiye yek ji rêbazên êrîşkirinê ye. Erdên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê salê zevî baş berhem dabûn. Ji xwe dijmin ragihandibûn ku ew ê bi riya leşkerî, siyasî, civakî, aborî, exlaqî û birçîbûnê êrîş bike. Ji ber ew ji aliyê siyasî û leşkerî ve têk çûne. Loma niha aborî hedef girtine."
'Divê gel li hember şerê taybet hişyar bin'
Ayşe destnîşan kir ku divê gel li hember şerê taybet hişyar bin û wiha berdewam kir: "Heger em hûr û kûr bihizirin, em ê bibînin ku mebesta dijmin ku di navbera gel û rêveberiya xweser de tevlîheviyan ava dikin. Ji ber vê yekê divê gel hişyar bin li hember polîtîkeyên dijmin. Dijmin fikrên wiha di nav beşek ji gel de ava kiriye, ku rêveberiyê di şewata zeviyan de sûcdar dikin. Ma wê rêveberî nobedaran ji bo parastina zeviyan deynin, ango gel bi xwe zeviyên xwe biparêze? Ji xwe rêveberî bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya gel dikin. Lê ya girîng ew e ku gel bi xwe xwedî li axa xwe derkevin. Ma rêveberî kî ne? Ma ne zarokên vî gelî ne?"
'Divê gel û rêveberî bi hev re planên dijmin têk bibin'
Ayşe bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bila gelê me xwe nexapînin ku êrîşên ser herêmên me bi dawî bûne. Divê em di zanebûna siyaseta heyî de bin. Her kes xwe berpirsiyar bibîne û bi erka xwe rabe. Divê gelê me di bin bandora van êrîşan nemînin û her di nava hewldanê de bin. Em weke rêveberî û gel hevdû temam bikin, zeviyên xwe biparêzin û planên dijmin têk bibin."