ÎHD: Li Tirkiyeyê 4 milyon penaber hene
- 14:15 20 Hezîran 2019
- Rojane
ENQERE - Li Tirkiyeyê ji nîsana 2019’an ve 3 milyon penaberên Sûriyeyê, 170 hezar penaberên Afgan,142 hezar penaberên Iraqê, 39 hezar penaberên Îranê, 5 hezar û 700 penaberên Somalî û 11 hezar û 700 penaberên din û bi giştî 4 milyon penaber li Tirkiyeyê hene. ÎHD’ê diyar kir ku mafên penaberên li Tirkiyeyê tên binpêkirin.
Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD), têkildarî 20’ê hezîranê Roja Penaberên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber şerê heyî, sedemên aborî û polîtîk mirov neçarin ku cihê xwe biguherînin. Di daxuyaniyê de hat gotin li Tirkiyeyê ji nîsana 2019’an ve 3 milyon penaberên Sûriyeyê, 170 hezar penaberên Afgan,142 hezar penaberên Iraqê, 39 hezar penaberên Îranê, 5 hezar û 700 penaberên Somalî û 11 hezar û 700 penaberên din û bi giştî 4 milyon penaber li Tirkiyeyê hene.
'Di rêde bi dehan penaber jiyana xwe ji dest didin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkaya pêkanîna aştiya Tirkiyeyê, dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn jî rolek girîng a piştevaniyê bileyîze û ji bo Tirkiye jî pêvajoya aştiyê saz bike û bi deh hezaran kesên terka welat kirine vegerin û hatina wan were hêsankirin. Di navbera salên 2018-2019’an de li Tirkiyeyê 97 penaber noqî avê bûn û winda bûn û herî dawî jî di 17’ê hezîranê de li Bodrumê keştiya penaberan têde bûn noqî avê bû û 12 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
'Mafê jiyana penaberan nîne'
ÎHD’ê di daxuyaniyê de cih da pirsgirêkên binpêkirina mafên penaberan û wiha hat gotin: “Mafên pênaberan ên perwerdehî, tenduristî, jîngeha xebatê, çandî, civakî, seyahat tune tê hesibandin û cudakarî li wan tê kirin. Li fabrîka û atolyeyan ji aliyê taşeronan ve tên xebitandin û talûkeya mirin û birîndariyê zêde ye. Di şewata meha çile ya li Enqereyê de 5 penaberên ji Sûriyeyê û di meha hezîranê de di şewata fabrîkaya Kocaeliyê de 3 penaberên ji Sûriyeyê û penaberek ji Afganan jiyana xwe ji dest dan. Niha li Navenda Paş de Şandinê 14 hezar û 726 penaber hene. Li van navendan her tişt tê serê pênaberan û her cûre neheqî li wan tê kirin. Parêzer nikarin xwe bigihînin wan û ji rewşa wan agahdar nîn in. Em di serî de bang li Tirkiyeyê û hemû dewletan dikin ku ji bo çareserkirina trajediya mirovî bikevin tevgerê û çareseriyê hilberînin.”