Li Kobanê jinan li ser ol komxebat li dar xist
- 14:13 20 Hezîran 2019
- Rojane
KOBANÊ- Bi dirûşma "Jin û Ol, Dîyalktîka desthilatdarî û azadiyê ne" Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê li navçeya Eyîn Îsa dest pê kir.
Bi dirûşma "Jin û Ol, Dîyalktîka desthilatdarî û azadiyê ne" Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê do pêşengiya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê de yekmîn Komcivîna xwe li navçeya Eyîn Îsa ya Kantona Girê Sipî bi tevlîbûna 150 jinên ji rêxistin, sazî, partiyên ji Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê li dar xist.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê hat girtin û piştre Endama Koordinasiyona Mcelîsa Jinên Sûriyeyê bi xêrhatina tevahî jinan kir. Paşê Endama Rêveberiya Meclîsa jinan a Sûriyeyê Sehîr Hamid li ser Jin û ol lêkolîna ku kiribû parve kir, Sehîrê destnîşan kir ku zihniyeta desthildar ya zingorî jin ji mafê wê qut kiriye.
Sehîrê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ol û Adatên girtî û hişk ku ji rastiya xwe derketine her mafê jinê ji xwe re armanc girtine. Ola ku çeteyên DAIŞ'ê anî û li ser diaxivî êş û zerar ji jinan re anî û heta roja îro bandora wê li ser piskiyolojiya jinan heye"
Armanca Komcivînê famkirina rêbazên terora ku jin kiriye rewşa îro. Komcivîn bi nîqaşan didome.