'Jin bûye qurbana îslama ku bi destê mêran hatiye nivîsandin'

  • 13:36 20 Hezîran 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca ravekirina têgîna rast a azadiya jinê Saziya Ol semînerek ji jinên Ereb re, li darxist.
 
Îro ola îslamê li gorî berjewendiyên kesên ku xwe li ser keda gel heyî dikin, hatiye şîrovekirin û van kesna ev bi civakê dane qebûlkirin. Saziya Ol a Navçeya Til Temir a Kantona Hesekê semînerek ji jinên Ereb ên gundê Til El-Mexir ên Çiyayê Kizwanan re li darxist. 
 
Di semînerê de bi dehan jin amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina li ser giyanê pekrewanên azadiyê Rêveberiya Saziya Ol Gulnaz Osman axivî.
 
'Dîtin û jiyîn nabe wek hev'
 
Gulnazê diyar kir ku  ji dîrokê heta roja me ya îro her jinê para xwe ji zilma hişmendiya zayendperest girtiye û wiha dom kir:"Li gelek welatan mafê azadiya jinê hatiye tunekirin û li hember zarokên keç bi bêhurmetî nêz dibin. Li Ispaniya, Emerîka û gelek welatên din li hêviya zarokê dimînin bibin 14 salî û derman  didin wê ango bi rengekî din wê qetil dikin.  ev yek jî di bin navê ol de tê meşandin."
 
'Jinê li dijî paştguhkirina civakê gavek nû avêt'
 
Gulnazê serdema ola îslamê rave kir û ev tişt got:"Di serdema daketina ola îslamê de gelek pêşketin di aliyê azadiya jinê de rû dan. Bi hatina îslamê re jinê ji wê paşguhkirinê gavek nû avêt. Mînak dema ku jinê zarokek keç bianiya zaroka wê dihat qetilkirin lê ola îslamê rê li ber vê girt. Bi wê gavê zarokên keç ji mirinê hatin rizgarkirin û bi vî rengî hata roja me ya îro hin gavên girîng hatin avêtin."
 
'Zanyar hîmê civakeke bi exlaq ava dikin' 
 
Gulnazê bal kişand ser kesên zana ên di warê îslamê de yên mêr, got ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û wiha berdewam kir:"Mixabin, Gelek kesên di warê ola Îslamê de ku xwe zana dihesibînin her ji jinan re digotin ne ji mafê we ye ku hûn doza mafê xwe bikin, divê hun her bêdengiya xwe biparêzin."
 
'Jin bûye qurbana îslama bi destê mêran hatiye nivîsandin'
 
Gulnazê di dawiya axaftina xwe de jî bal kişand ser sînorê  ku civaka îslamî ji  jinê re daniye ku jin  bi têkoşîna xwe radike û wiha got:"Mirov li hember hêz û îradeya jinê matmayî dimîne. Enerjiya wê pir xurt e, di aliyê zayîna zarokan, kar û xebata mal û derveyî malê de û gelek karên din de. Jin xwedî li hêz û îradeya xwe derdikeve û ew sînorên ku civakê jê re danîbûn bi têkoşîna xwe radike û dibe hêviya hemû jinan. Her jin bûye qurbana îslama ku bi destê mêran hatiye nivîsandin, lê di dema me ya îro de dê jin bi xwe îslama rast binivîsin."
 
Semîner bi pirs û bersivan bi dawî bû.