'Divê piştgirî ji cotkarên zeviyên wan hatin şewitandin re bê dayîn'
- 13:17 20 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li ber deriyê Navenda NY'ê armanca ku alîkarî ji kesên zeviyên wan şewitîne re bê dayîn daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniyê da banga piştgiriyê bidin kesên zeviyên wan zarar dîtin hat kirin.
Îro li ber deriyê Navenda Netwên Yekbûyî (NY) ya bajarê Qamişlyê ji aliyê Partiya Pêşverû, Rêxstina Avrîn, Rêxstina Sara, Yekîtiya Jinên Kurd ên Sûriyê ji bo şewata zeviyên li herêma Cizîr û Kobanê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Partiya Pêşverû Midiya Silêman ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha bû:
"Herêmên Cizîr û Kobanê rastî karasetek dijmirovî û aborî tên di encama şewata zeviyan ku li herêmê çêbû û li tevahî herêman belav bû bi hezaran hektar zeviyên çandî şewtîn. Herêma Cizîr û Kobanê ji ber ku herêmên herî zêde bi çandinî û berhemên xwe tên naskirin ev karîst wê aboriya herêmê pir bandor bike û birçîbûnê belav bike.
Em bang li NY'ê û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku alîkariyê bidin kesên ku zerar ji van şewatan dîtine. Her wiha hêviyekê bidin wan, destekê bidin wan û kesên ev şewat pêk anîne derxin holê."