Zilamê ku ji girtîgehê bi destûr derket 2 jin kuştin

  • 12:29 20 Hezîran 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Goksel Saglam ê ji girtîgehê bi destûr derket, Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdog bi çekê kuştin. 
 
Zilamê 47 salî Goksel Saglam ê ji girtîgeha servekirî bi destûr derket, li Taxa Koyîçî ya navçeya Çîglî ya Îzmîrê hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk a 42 salî û xwişka Çevîk, Fatma Akdog a 39 salî bi çekê kuştin.  
  
Goksel Saglam ê wî û hevjîna wî ya berê Habîbe Çevîk hev berdabûn, ji ber sûceke cuda li Girtîgeha Servegerî ya Menemenê girtî bû. Goksel piştî demek kurt ji girtîgehê bi destûr derket, çû mala hevjîna xwe ya berê Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdag bi çekê kuştin. Welatiyên ku dengê çekê bihistin û bûyer dîtin agahî dan ekîbên tenduristiyê. Ekîbên sewqî cihê bûyer hatin kirin, her du xwişk rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku Fatma li cihê bûyerê û Habîbe jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Habîbe û xwişka wê Fatma piştî lêpirsîna dozger ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tipa Edelî ya Îzmîrê. 
 
Hat diyar kirin ku Goksel piştî cînayetê reviya, bi çeka xwe ya sûc hat binçavkirin û li cihê bûyerê lêpirsîna hat destpêkirin.