Komeleya Jinan a Rosa: Tevlî meşa me ya sibêhê bibin
- 12:26 20 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Komeleya Jinan a Rosa, ji bo balê bikişîne ser qetilkirina jinan û îstîsmariya zayendî ya li hemberî zarokan sibêhê li Amedê meşek li dar dixe. Seroka komeleyê Adalet Kaya bang li jinan kir ku bila tevlî meşê bibin.
Bi pêşengiya Komeleya Jinan a Rosayê, bi dirûşma "Li dijî hemû cûreyên şîdeta li hemberî jinê dimeşîn" dê sibêhê meşek bê lidarxistin. Meş dê li Xaçera Cîhanê ya navçeya Kayapinara Amedê dê di seat 19.00'an de pêk bê. Navenda Piştewaniya Mafên Jinan a Baroya Amedê, Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Ednezyarên Tirk (TMMOB), Weqfa Mafên Mirovan, Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Navenda Pêkanîn û Lêkolîna Pirsgirêkên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DÎKASUM), Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinên a Şaredariya Bajarê Mezin û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) dê tevlî meşê bibin.
'Qetilkirina jinê zêdetir bû'
Komeleya Jinan a Rosa, ji bo meşa sibêhê pêk bê bang li jinên Amedî kir. Seroka komeleyê Adalet Kaya, di axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina 3 jinên li Amedê û wiha got: "3 Jinên ku Amedê hatin qetilkirin ji hêla mêrên nêzî van ve hatin qetilkirin. Di pêvajoya OHAL û KHK'ê de hejmara qetilkirina jinê zêdetir bû. Em ê li dijî qetilkirina jin û zarokan têkoşîna xwe bi rêxistinî bidomînin."
'Jin dê nêrînên xwe bînin ziman'
Adalet, di axaftina xwe de bal kişand ser meşa ku dê sibêhê bê lidarxistin de wiha axivî: "Li dijî şîdeta li hemberî jin û zarokan dê sibêhê di seat 19.00'an de li Xaçera Cîhanê ya navçeya Kayapinara Amedê meşa me dest pê bike û dê heta li ber Parka Rojavayê bidome. Em ê li vir der barê meşa xwe de daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Her wiha em ê li vir mîqrofona serbixe organîze bikin ku ji bo jin hest û ramanên xwe bînin ziman. Piştre çalakiya rûniştinê pêk bê."
Adalet, di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku bila tevlî meşê bibin.