Li dijî sinetkirina jinan divê rûspî bikevin nava hewldanan
- 09:31 20 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Senegala Afrîkayê der barê sinetkirina jinê û zewicandina zarokan konferansek hat lidarxistin û bang li rûspiyên civakî û yên olî hat kirin ku li dijî sinetkirina jinê û zewicandina zarokan bikevin nav liv û tevgerê.
Li Senegalê ku welatekî li rojavayê Efrîkayê ye, konferansek li ser sinetkirina jinê û zewicandina zarokan hat lidarxistin. 500 saziyên sivîl tevlî konferansê bûn. Piştî konferansê encamname hat aşkerakirin. Di encamnameya konferansê de li dijî hovîtiya sinetkirina jinê û zewicandina zarokan bang hat kirin. Di encamnameyê de bang li rûspiyên civakê û yên olî hat kirin ku bikevin nav liv û tevgerê.
Di encamnameya konferansê de hat destnîşankirin, sinetkirina jinê û zewicandina zarokan ne tiştekî ku bê qebûlkirin ne û ji rûspiyan hat xwestin ku di vê der barê de divê demildest diyaloga nava civakê bên xurtir kirin.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li welatên Efrîkayê zêdeyî 200 milyon jin hatin sinetkirin. Sinetkirina jinê bi giranî li Somalî, Malî, Cîbûtî û Gîneyê tê kirin. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, vê rêbaza ku organa genîtal a jinê seqet dike teqez weke sûcekî dibîne. Jinên ku tên sinetkirin heta dawiya emrê xwe êşê dikişînin an jî piştî sinetkirinê ji ber enfeksiyonê dimirin an jî nexweş dikevin.
Her wiha li gorî daneyên UNICEF'ê jî li Efrîkayê di nav 100 jinan de 39 jin beriya 18 saliyê, her wiha di heman daneyê de ji 100 jinan 13 jin di 15 saliyê de tên zewicandin.