Ji bo mafê nefeqeyê îmzeyên jinan di 8 rojan de gihaşt 10 hezarî
- 09:26 20 Hezîran 2019
- Rojane
Habîbe Eren
ENQERE - Platforma Jinan a Mafê Nefeqeyê kampanyaya îmzeyan a dabû destpêkirin di 8 rojan de gihaşt 10 hezarî. Femînîst aktivîst Berrîn Sonmez, da zanîn ku li welat lobîyek xurt a piştgiriyê dide berjewendiyên mêran heye û got: “Daraz jî û desthiladarî jî bi van re ye. Piştgiriyê didin nîvê civakê û nîvê wê jî ji nedîtîve tên.”
Nîqaşên nefeqeyê ya dewletê bi komxebata Nefeqeyê re anî ziman di rojevê de cihê xwe diparêze. Platforma Jinan a Mafê Nefeqeyê di 12’ê hezîranê de kampanyaya îmzeyan da destpêkirin û di 8 rojan de gihaşt hedefê 10 hezar kesî îmze kir.
Aktîvîsta platfromê femînîst Berrîn Sonmez got piştî nîqaş hatine destpêkirin piranî jin hiqûqnasên di tevgerê de hatine cem hev û komeke ku argumanên jinan ava dikin, metaryalan pêş dixînin derketiye holê. Berînê bi lêv kir ku di vê komê de tenê hiqûqnas tune ne û beriya komxebata Nefeqeyê ya di meha cotmehê de pêk hatiye, dest bi xebatan kirine.
‘Hedefa me 10 hezar îmze’
Berrînê destnîşan kir ku beriya vê jî li dijî sînorkirina nefeqeya xizaniyê têkoşîn dane û got: “Kampanya me tenê lingekî xebata me ye. Me di 12’ê mehê de dest pê kir û niha gihaştiye 10 hezarî. Li dijî nefeqeyê êrîşek heye û em vê wek ‘berjwendiya mêr’ dinirxînin. Bi nefeqeyê raste rast mafê destberdanê ji jinê digirin. Piştî destberdanê ji bo jin di alî aborî de li ser piya bimînin dihatin dayîn. Nefeqe ji ber vê girîng e. Ji ber li welatê me newekheviyeke aboriyê ya gelek mezin heye. Ji bo di vê newekheviya aboriyê de jin jiyana xwe bidomîne, hewce bi hinek piştgiriyan heye.”
‘Lobiyeke ku piştgiriyê dide berjewendiyên mêran heye’
Berrînê bal kişand ser biryarên ku daraz mêr diparêze û helwesta wan a di nefeqeyê de jî wiha nirxand: “Aliyê mêr yê darazê heta ku bidome wê di mijara nefeqeyê de heman helwest pêk bê. Desthilatdarî jî bi heman awayî. Li welat lobîtiyeke xurt ya ku piştigiriyê dide berjewendiyên mêran heye. Daraz jî û deshtilatdarî jî bi van re ye. Ez bawer dikim ku gelek tarîkat û cemaat jî piştgiriyê didin vê. Weke ku jin mêr wek ‘SGK’yan bi kar tînin’ nîşan didin. Her wiha li dijî mafê nefeqeyê îtîraz kirin jî li dij destûra bingehîn e.”
‘Divê em dengê xwe bilind bikin’
Berrînê lêkolîna ku şîrketa Xebatên Demokrasî û Polîtîkayên Cemawerî (PODEM) jî ragihand û wiha got: “ Li gorî rapora di 2019’an de hatiye weşandin, tê gotin ku ji sedî 70’ê jinên nefeqeya xizaniyê digirin divê wisa berdewam dike. Ger em vê ji sedî 70’ê bikin nav tevgerê wê hikûmet şûnde gavê bavêje. Dengê mêrên ku dibêjin em mexdûrên nefeqeyê ne pir zêde derdikeve. Ji ber vê em zêdetir xurt in û divê em dengê xwe bilind bikin.”
Berrînê her wiha daxuyakirin ku di serî de wezareta dadê, bi awayekî cidî îfadeya ‘bila lezgîn nefeqe bê sererastkirin’ bi kar aniye û ev jî piştgiriyê dide mêrên îdia dikin ‘mexdûrên nefeqeyê ye’ ne. Berrînê bi lêv kir ku peywira dewletê ev e ku jinan di alî aborî de xurt bikin.