Rojnameger jî mexdûrên travmayê ne: Dikare çawa bê çareserkirin
- 09:24 20 Hezîran 2019
- Rojane
WAN - Psîkodramatîst Asli Avşar da zanîn ku rojnamegerên li qadan pîşeya xwe îcra dikin rastî travmayê tên û got ger hewce be dikarin alîkariya profesyonel jî bigirin.
Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde rojnameger lê girtî ne. Bi dehan rojnameger ji ber pîşeya xwe îcra kirine hatine girtine. Her wiha rojnamegerên li herêmê dixebitin jî du car rastî zextan tên.
Sendîkaya rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) bernameya ewil li Amedê pêk anî û ya duyem jî li Qersê pêk anîn. Di çarçoveya bernameyê de bi mijarên ‘li herêmên pevçûnê rojnamegerî’ û ‘travmayên rojnameger dijîn’ perwerde hat dayîn.
Psîkodramastîst Asli Avşar der barê pirsgirêkên rojnamegeran de axivî û got rojnamegerên li qadan pîşeya xwe îcra dikin bi travmayan re tên rû hev.
Asliyê destnîşan kir ku travma û dikare çawa li dijî vê têkoşîn bê dayîn, nirxand û got: “Cara yekem perwerdeyê didim rojnamgeran. Min dît ku gelek derve dişopînin. Li ser esasa ‘gelo li derve çi dibe’ disekinin. Di vî alî de me hewl da ku em hinek cudahiyê ava bikin.”
Asliyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnameger dibe şahidê bûyeran û ger travmayek duyemîn derbas dike, divê bêje ‘Berpirsyariya min ya ez vê çareser bikim tune’ û ‘Ez dikarim çawa peywira xwe bikim, çawa çareseriyê bibînim’. Em dikarin vê wek travmaya duyemîn vebêjin. Ev jî bi vê pêkan e; divê mirov xwe nas bikin, li dijî bûyeran bertekên çawa didin fêm bikin û wisa ji binî rabin. Divê ji bilî pîşeya xwe xwedî hobiyek din bin jî. Divê li xwarina xwe baldar bin, li xewa xwe baldari bin. Divê di alî fîzîkî û psîkolojîk de li xwe baldar bin, bi xwe re eleqeder bin. Divê qadên ku, li ser fikr û nêrînên xwe hûr dibin, biafirînin.”
Asliyê anî ziman ku teknîka wan a çareseriya pirsgirêkan hebin jî her kes li gorî xwe pirsgirêka wan heye û got: “Ger hewce be dikare alîkariyek profesyonel jî bê girtin.