'Ji bo qerta nasnameya demborî, bi şev roj tên sekinandin'
- 09:23 20 Hezîran 2019
- Rojane
MERSÎN- 205 hezar û 84 penaberên Sûriyeyê yên li Mersînê dijîn, ji bo bibin xwedî nasnameya demborî bi şev û roj eziyetê dikşînin û hinek penaber bi qasî du hefteyan di rêzê de dipên.
Ji her devera cîhanê mirov ji ber şer, xela, sedemên siyasî neçar dimînin koçî welatên din bikin. Bi mîlyonan penaber ji bo li jiyanê bimînin û ji bo xwe ji pêşerojekê re amade bikin neçar dimînin koçî welatên din bikin. Lê rewşa penaberan li cîhanê û li Tirkiyeyê nezelaliya xwe diparêze. Ji sala 2001’ê heta niha 20’ê Hezîranê Roja Penaberên cîhanê tê bibîranîn. Li gorî lêkolînên hatine kirin li seranserê cîhanê hejmara penaberan 70 mîlyon e. Li cîhanê di deqeyekê de 24 kes neçar dimînin malên xwe terk bikin. Li gorî rapora ku Midûriyeta Gitşî ya Îdareya Koçberiyê amade kiriye jî hejmara penaberên Sûriyeyê yên ji şer reviyane û hatine Tirkiyeyê 3 mîlyon û 567 hezar û 130 ye.
Li gorî vê raporê, ji vê hejmarê 225 hezar û 557 heb li navendên starbûnê, 3 mîlyon û 341 hezar û 573 jî li bajarên Tirkiyeyê dijîn. Bajarên ku herî zê de penaberên Sûriyeyê lêne jî wiha ne: Stenbol, Bursa, Îzmîr, Konya, Edene, Mersîn, Hatay, Dîlok, Kîlîs û Riha ye. Hejmara penaberên li Mersînê dijîn jî 205 hezar û 784 kes in.
Bi şev û roj dipên
Penaberên li Mersînê dijîn ji bo qerta nasnameya demborî bigirin li ber Avahiya Xizmeta Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ya Mersînê ya li navçeya Akdenîzê ye û girêdayê Walitiyê ye bi şev û roj di rêzê de dipên. Ev qert gelek mafên wek, tenduristî, perwerde, ger û xebatê jî dide û penaber ji bo vê bigirin ezyetekî mezin dikşînin. Her wiha carna jî rastî heqeretên xebatkaran tên.