Hilbijêrên Stenbolê: Ji bo AKP biçe divê her kes biçe ser sindoqan

  • 09:21 20 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Hilbijêrên kurd diyar kirin ku di hilbijartinên roja yekşemê li Stenbolê pêk tên de piştgiriyê didin namzetê CHP’ê û bertekên xwe yê li hemberê AKP’ê wiha anîn ziman: “Welatiyên bi salane ‘terorîstin’ gelo niha bûne ‘welatî?’ Me dît wan li Gebzeyê dayik çawa avêtin erdê.”
 
Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê şûnde li ser îtîraza AKP’ê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hilbijartina Stenbolê hat betalkirin û di 23’ê hezîranê de wê gel dîsa biçe ser sindoqan. Ji hilbijartinê re demek kurt ma û xebat jî didomin. Jinên li Bagcilar a Stenbolê dijîn, der barê hilbijartinê de axivîn.
 
‘Dijminahiya AKP’ê ya li hember kurdan neqediya’
 
Emîne Kaya da zanîn ku ew di 23’ê hezîranê de wê dengên xwe bidin xwe û wiha got: “Em ji bo xwe dixebitin. Ger HDP’ê namzet nîşan bidana me yê bida namzetê xwe. Ji ber vê em ê bidin CHP’ê. CHP’ê bi saya kurdan di 31’ê adarê de qezenc kir. AKP’ê dijminahiya xwe ya li hember Kurdan neqedand. Êdî bes e, bila hinekên din bên.”
 
‘Her kes êdî siyaseta qirêj ya AKP’ê dibîne’
 
Jina bi navê Ayşe ku paşnavê xwe neda, da zanîn ku mirovan siyaseta qirêj ya AKP’ê dîtiye û got wê ew jî dengê xwe bidin CHP’ê. Ayşeyê ev tişt vegot: “Aliyê AKP’ê jî êdî rûyê rast dîtiye. Mirovên diçin betlanê bila hinek din bisekinin. Ji ber dengek jî gelek girîng e. Ekrem Îmamoglu cihê Selahattîn Demîrtaş nagire lê ew jî ji bo demokrasiyê têdikoşe.” 
 
‘Ji AKP’ê re dengên kurdan tune’
 
Şehnaz Yilmaz jî destnîşan kir ku wê denga xwe bide Ekrem Îmamoglu û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo Erdogan destê xwe ji Stenbolê vekişe, divê em dengên xwe bidin Ekrem Îmamoglu. Ji bo AKP’ê dengên kurdan tune.”
 
‘Ji bo AKP biçe divê her kes biçe ser sindoqan’
 
Jina bi navê Zubeyde Gulsum jî destnîşan kir ku jin gelek li ser hilbijartinên Stenbolê disekinin û ev tişt bi lêv kir: “Mirov ji me re dibêjin ‘namzetê we tune hûn çima deng didin û xebatan dimeşînin.’ Em têkoşîna demokrasiyê didin. Ez denga xwe didim Ekrem Îmamoglu. Ji bo AKP biçe divê em hemû biçin ser sindoqan.”
 
‘Em dixwazin AKP biçe’
 
Dîlşa Îlbasan jî wiha got: “Em dixwazin êdî AKP biçe. Ev hilbijartin ji bo kurdan tiştekî naguhere lê em ji bo demokrasiyê dengên xwe didin Ekrem Îmamoglu.”
 
Vehaye Bîngol jî balkişand ser hilbijartinan û wiha got: “Divê êdî AKP biçe. Divê AKP êdî ji Stenbolê biçe. Mirovên ku bi salan ‘terorîst’ îlan kirin îro jê re dibêjin ‘welatî’. Wan li Gebzeyê dayik derb kirin. Ji hilbijêrên HDP’ê re gotin ‘terorîst’. Tevî evqas zilm û îşkencê HDP neqedandin. Ji ber vê jî ji bo AKP’ê dengên me tune ne.”
 
Sîmanperî Bîngol jî bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û wiha axivî: “Me heta niha dît ku bi dengên me çi dibin. Ji bo ketina AKP’ê divê her kes dengên xwe bidin Ekrem Îmamoglu. Dengên Kurdan wê vê hilbijartinê diyar bike.”