Adalet Kaya: Ji bo reformê hewcedarî bi guherîna zîhniyetê heye

  • 09:17 20 Hezîran 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, diyar kir ku yekane riya li dijî şîdetê têkoşîn, rêxistinbûne û wiha got: “Em bi zîhniyeteke ku, mêrên ji polîtîkayên bêcezabûnê cesaretê digirin û dikujin re rû bi rû ne. Ligel guhertina darazê divê feraseta zîhnî jî biguhere.”
 
Li gorî daneyên ajansa me, di meha gulanê de 27 jin û 14 zarok hatin qetilkirin, 28 jin rastî şîdetê hatine. Her wiha ji bo 9 mêrên gumanbarên sûcê zayendî jî ji ‘rewşa baş’ cezayê wan hatin daxistin. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, têkoşîna ku jin li dijî kuştinên jinan yên salên dawî tên jiyîn û projeyên Komeleya Jinan a Rosayê nirxand.
 
‘Di meha dawî de şîdet zêde bû’
 
Adaletê bi lêv kir ku di 5 salên dawiyê de şîdet û kuştinên jinan ji sedî 200 zêde bûye û sedema vê jî polîtîkayên şerê taybet, rewakirina şîdetê ye û wiha got: “Li Amedê bi taybet di meha dawî de şîdet zêde bû. Ev li gorî min girêdayê polîtîkayên şer yên herêmê, qirkirin û êrîşan e. Ev hemû girêdayên hev in. Mixabin yên desthilatdariyê temsîl dikin û yên qanûnan çêdikin û pêk tînin jî xwedî heman zîhniyetê ne.”
 
‘Mêr kuştinê ji xwe re wek maf dibîne’
 
Adaletê destnîşan kir ku kujerên Muzeyyen Boylu ya li Amedê hatiye qetilkirin ji aliyê dadger ve bi gotin ‘tu bi xêr hatiye’ hatiye pêşwazî kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin yên qanûnan pêk tînin, li gorî qanûnan tevnagerin. Li gorî xalên Peymana Stenbolê tevnagerin. Ev jî girêdayê zimanê ku nûnerên desthilatdariyê bikar tînin e. Mêr ji polîtîkayên bêcezakirinê cesaretê digirin. Em nikarin bûyera Muzeyyen Boylu bidin. Du caran biryara parastinê ya Muzeyyenê heye. Lê nehatiye parastin. Ji ber vê jî kesê ew qetil kiriye, gotiye ez bikujim jî ez ê xilas bim. Mixabin mêr kuştina hevjîna xwe ji xwe re maf dibîne. Em bi zîhniyeteke wisa re rû bi rû ne.”
 
‘Hewcedarî bi guherîna zîhniyetê heye’
 
Adaletê daxuyakirin ku feraseteke ku hewl tê dayîn empozeyê civakê bê kirin heye û divê ewil li dijî vê têkoşîn bê dayîn. Adaletê her wiha ev tişt anî ziman: “Ligel guherîn darazê, divê zîhniyet jî biguherin. Em têkoşerên riyeke pir dirêj in. Beriya OHAL’ê li Amedê şîdet kêm bû. Ev jî bi saya pergala rêveberiyên herêmî û saziyan bû. Piştî êrîşên li hemberî şaredariyan saziyên me hatin girtin û navend hatin girtin. Her jina ku rastî şîdetê tê mafê wan yê parastina cewherî heye. Jin divê tu car serî li dijî şîdetê netewînin û li dijî vê têbikoşin. Hedefa me ev e ku em ewil hişmendiyê bidin qezenckirin. Ji ber vê xebatên girîng me dan pêş xwe. Hedefa me ev e em xwe bigihînin jinan.”