'Li dijî alozî û krîza aborî pêwistî bi polîtîkayên rast heye'
- 09:16 20 Hezîran 2019
- Ked/Aborî
Zeynep Durgut
BEDLÎS - Li Tetwanê ji ber alozî û krîza aborî gelek kargeh hatin girtin û her wiha ber bi girtinê ne. Esnafên jin, bertek nîşanî polîtikayên aborî yê heyî dan û gotin ku li dijî alozî û krîza aborî pêwistî bi polîtikayên rast heye.
Li Tirkiyeyê aloziya aborî her roj mezin dibe û ji ber aloziya aborî heta niha bi hezaran kargeh hatin girtin û gelek kargeh ji li ber girtinê ne. Bêgûman herî zêde jî ji aloziya aborî jin bandor dibin. Esnafên navçeya Tetwan a Bedlîsê jî ji vê yekê para xwe digirin. Esnafên jin diyar kirin ku ji ber qeyrana aborî kar tune ye û gotin ku ji bo çareserkirina aloziya aborî pêwîste gavên girîng bên avêtin.
‘Divê gav bên avêtin'
Ji jinan Sema Barut anî ziman ku ew 7 sal in esnaftiyê dike û got ku ew tu salan qasî van salan zehmetî nekişandine û wiha axivî: "Ez ev 7 sal in dixebitim. Tu salan bi qasî îsal me di warê xebatê de zehmetî nekişand. Herî zêde ji aloziya aborî em bi bandor bûn. Berê karê me pir zêde bû û em bi şev û rojan dixebitîn, dema me ya vala tune bû. Lê niha tişteke wisa tune ye û heta êvare em vala ne. Em niha nikarîn danustandina xwarinê bikîn. Li her deverên Tirkiyeyê bi taybetî ji cihên wekî Tetwanê aloziyeke pir mezin heye û ji bo çareserkirina vê pirsgirîkê gavên girîng nayên avêtin. Hilbijartin ser hilbijartinê dikin. Pêkanîna van hilbijartina zirar dide aboriya welat. Ji bo çareserkirina pirsgirîka aboriyê pêwîste ku gavên girîng bên avêtin.”
‘Em nikarin bixebitin û karê me sekinî ye’
Turkan Kiliç ji a ku bi salane bi nan pêhtinê debara xwe dike ji aloziya aborî neraziye. Turkanê bi lêv kir ku ew keda destê xwe nagirin û wiha got:” Em her serê sibêhê zû dest bi kar dikîn û heyanî êvarê dixebitîn. Li vir em 3 jin bi hevre dixebitîn. Debara malê bi nan pêhtinê dikîn. Salên berê aboriya me baş bû. Lê niha mirov nikare bibêje ku em di warê aborî de xwe ser piyan digirîn. Em pir diwestîn û kedeke mezin didîn. Lê mixabin em li dijî vê tiştek nagirîn. Ji ber ku kar sekiniye. Ard her roj buha dibe û nayê kirîn. Ji bo çareserkirina qeyrana aborî divê hewldanek pêk bê."
‘Her roj li ser sofreya me xwarinek kêm dibe’
Yeter Kutiye ji da zanîn ku ew nikarîn êdî ji malê re danustandinê bikin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Ji aloziya aborî herî zêde jin bandor dibin. Ji ber ku ji aborî malê em jin berpirsyarîn. Her roj li malê xwarineke me kêm dibe. Berê li ser sofreyên me xwarinên cur bi cur hebûn. Lê niha em nikarîn xwarinên cur bi cur çêbikin. Em di vê tunebûnê de diafirînin. Zemkirina xurekan û zebzeyan ne çareseriye. Divê destpêke ev bihabûn ji holê rabe."
‘Divê polîtîkayên şaş neyên meşandin'
Resîme Baran ji diyar kir ku ji bo pêşvebirina aboriya Tirkiyeyê pêdivî bi polîtikayên rast heye û wiha dom kir: "Di salên berê de me bi 50 lîreyan danustandina xwarinên xwe dikirin. Lê niha em 50 lîreyan dibîn sûkê tenê kîloyek firîngî dikarîn pê bikirîn. Kargehên me kîre ne. Em nikarîn kireyên xwe bidîn. Kar tune ye û kar sekiniye. Berê debara me li ser xwedî kirina pez bû. Lê niha zozanên me qedexe kirine. Li bajêr ji her tişt buhabû ye û mirov nikare bijî. Zarokên me zanîngeh qedandine û lê kar tuneye. Bi her awayî zilmê li me dikin. Divê êdî ev polîtîkayên şaş neyên meşandin. Ji ber ku zirar dide welat.”