Ji bo Şahiya Ciwanan a Sîlopiyê banga tevlibûnê hat kirin

  • 09:12 20 Hezîran 2019
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX – Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, ji bo şahiya mûzîkê ku wê ji ciwanan re di 22’ê Hezîranê de li Qada Newrozê  bê li darxistin banga tevlibûnê kir. Edaletê di banga xwe de diyar kir ku bila ciwan li dijî tacîz, tecawiz û bikaranîna hişbirê tevlî şahiya mûzîkê bibin.
 
Di pêşengiya Şaredariya navçeya Silopiyê ya Şirnexê de di 22’yê Hezîranê de bi dirûşma “Nebe Rajêr, Azad Bibe” Şahiya Mûzîkê ji bo ciwanan li Qada Newrozê ya Sîlopiyê li dar dixin û di serî de ciwan bang li hemû gelê sîlopiyê kir ku tevli şahiyê bibin.  
 
Adalet, di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku daxwaza ciwanan bi şahiyekê hebûye û wiha got: “Ev  3-4 salin em ji şahiyên xwe dur mane. Piştî Newrozê me xwest ku ji bo ciwanan şahiyekê li dar bixin. Dema beriya hilbijartinê jî me soz dabû ciwan, jin û gelê xwe ku em ê daxwaziyên wan bi cih bînin. Piştî hilbijartinê me derfet nedît ku şahiyê li dar bixin. Lê me got nêz an jî dur em ê daxwaza gel bi cih bînin. Ev du mehên dawiyê ne ciwanên me dixwastin şahiyek muzîkê bê li dar xistin û digotin bila şaredariya me şahiyek ji bo me li dar bixe. Me jî biryar da ku daxwaza ciwanên xwe bi cih bînin.”
 
‘Tacîz, tecawiz û bi kar anîna hişbirê gelek zêde bûye’
 
Adalet, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna bûyerên tacîz, tecawiz û bikaranîna madeyên hişbir û ev tişt got: “Dema em li civakê dinêrin hîn bûyerên derveyî ehlaq ên weke tacîz, tecawiz û bikaranîna madeyên hişbir gelek zêde bûne di nava civakê de. Bi taybetî jî ji bo em ciwanên xwe li hember van bûyerên ku bi zanebûn tên pêşxistin hişyar bikin me xwest ku em şahiyeke bi vî rengî li dar bixin.  Ciwan vê heq dikin û divê ciwan tim di nav xweşiyê de bin, ne di nav van tiştên xirap de bin. Divê ciwanên me dûrî tiştên derveyî ehlaqî bisekinin.  Armanca me ya herî girîng jî ev e ku em ciwanên xwe ji hînbûnênxirap dur bixin.”
 
'Pêkanînên li dijî ciwanan bi zanebûn tên kirin'
 
Adalet, di dirêjiya axaftina xwe de bi lêv kir ku piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatine kirin saziyên çand û hûnerê hatine girtin û bi girtina saziyan re pergalê berê ciwanan daye hînbûnên ku zerarê bide wan. Adalet, di pêldayîna axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Wekî ku tê zanîn beriya ku qeyûm tayînê şaredariyan bên kirin saziyên me yên çand û hûnerê hebûn. Ciwanên me diçûn van saziyên çand û hûnerê û fêrî tiştên ku jê sûdê bigirin dibûn. Lê belê piştî ku saziyên me yên çand û hûnerê bi destê hikûmetê hatin girtin cihên ku  ciwanên me biçin neman. Tişta li hember ciwanan tê kirin êzîkatiyek bi zanebûn e û dixwazin pêşiya ciwanên me bigirin. Sedema zêdebûna tacîz, tecawiz û bi kar anîna hişbirê  jî îktîdar e. Ji ber ku pergal pêşiya van tiştan negirt ev zêdetir bûn. Niha hîn ev tiştên xirap li hember ciwanên me berdewam dikin. Lê ciwan û civaka me hişyar e li hember van tiştan. Bi taybetî jî ciwanên me yên Botanê . Ciwanên me hişyarin, lê divê zêdetir hişyar bibin. Divê em xwedî li zarokên xwe derbikevin.  Em bi vî wesîleyê mizginiyekê jî didin ciwan û gelê xwe; xebatên me yên çand û hûnerê wê destpê bikin. Kar û xebatên me yên ji bo çand û hûnerê jî berdewam dikin."
 
‘Em bang hemû gelê xwe dikin ku tevlî şahiya ciwanan bibin’
 
Adalet, di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê bi dirûşmeya “Nebe raje, azad bibe” di 22’ê Hezîranê de li Qada Newrozê şahiya  muzîkê ya ciwanan li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şahiya me dê di saet 19.30’an de dest pê bike. Hûnermendên Koma Gulên Xerzan, Koma Jinên Azad û Umut Botan dê tevlî şahiyê bibin. Her wiha Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî dê tevlî bernameya şahiyê bibin. Mêvanên me yên suprîz jî hene. Em li vir nabêjin bila ciwanên me li wir bibînin. Em bang li hemû ciwan, jin  û gelê xwe dikin ku tevlî şahiya muzîkê bibin. Di pêşengiya ciwanan de em ê vê şahiya xwe li dar bixin.”