'Zewaca di temenê biçûk de derûniya zarokan û civakê xirab dike'
- 09:08 20 Hezîran 2019
- Rojane
Ehlam Heci
ŞENGAL - Jinên Şengalê derbarê zewaca temenê biçûk de nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo jiyanek baş û civakek pêşketî divê rê li ber zewaca di temenê biçûk de bê girtin. Zewaca di temenê biçûk de derûniya zarokan û civakê xirab dike."
Li Şengalê di nava du salan de ji ber zewaca di temenê biçûk de 8 jinan dawî li jiyana xwe anî. Jinên Şengalê têkildarî zewaca di temenê biçûk de axivîn. Jinên Şengalê gotin:"Divê malbat û civak bi hev re li dijî zewaca di temenê biçûk de bisekine. Çimkî zewaca di temenê biçûk de bi her hawê xwe zirarê dide civakê û têkiliyên di navbera malbatan de."
'Em dixwazin dawî li zewaca di temenê biçûk de bê'
Jina bi navê Sêvê Xidir wiha got:"Di nava civaka me de ji berê de zewaca di temenê biçûk de heye. Ji ber ku bi taybet jin bê perwerde û bê rêxistin bûn ev yek zêdetir çê dibû. Lê em weke jin tu carî ji bo zewaca di temenê biçûk de razî nebûn. Me di vê mijarê de gelek zehmetî kişand. Lê ji ber ku em bê perwerde bûn zewac jî zû dibû. Gelek kesî ji ber zewaca di temenê biçûk de di nava salekê de dev ji hevdu berdan. Ji ber ku dema di temenê biçûk de zewac çê dibe jin dikeve bin barekî giran. Loma mêr jî zilmê li jinê dike. Ji ber ku hewldanek têr û tije tune ye loma hîn zewaca di temenê biçûk de heye. Em dixwazin dawî li zewaca di temenê biçûk de bê."
'Em çi qasî xwe bi rêxistin bikin, hêza me dê ewqas zêde bibe'
Endama Meclîsa Jinê ya Sinûnê Delal Revo jî têkildarî mijara zewaca di temenê biçûk de wiha got:"Ji ber zilm û desthilatdariya mêr jin gelek carî di temenê biçûk de tê zewicandin. Em wekî meclîs heta ji destên me tê bi malbatan re hevdîtinê dikin da ku zewaca di temenê biçûk de ji holê rabe. Loma ev dibe sedema gelek pirsgirêkan. Ev yek pirsgirêkên derûnî derdixe holê. Ji ber zewaca di temenê biçûk de 8 jinî dawî li jiyana xwe anîn. Zewaca di temenê biçûk de derûniya zarokan û civakê xirab dike. Loma divê em hemû jin li dijî zewaca di temenê biçûk de derkevin. Em weke endamên meclîsa jinan bang li hemû jinan dikin ku jin hemû xwe birêxistin bikin. Em çi qasî xwe bi rêxistin bikin, hêza me dê ewqas zêde bibe."